Encûmena Wezîran biyara tayînkirina sê yekemên zanîngeh û peymangehan pesend kir

null
null

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 1ê Mijdara 2021ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û hejmarek biryar pesend kirin, ji wan jî tayînkirina sê yekemên zanîngeh û peymangehan ên derçûyên sala 2016 – 2017an e.

Di civînê de, Encûmena Wezîran guftûgo derbarê êrîş û gefên teroristên DAIŞê, bi taybet ên vê dawiyê kir ku di encamê de 8 Pêşmerge şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûbûn.

Herwiha Wezareta Karûbarên Civakî jî, pirsa karkirina destê biyanî li Herêma Kurdistanê û derfeta bicihkirina karkirina destê xwemalî li şûna pêşkêş kir.