Rêxistineke mirovî: Ciwanên Şoreşger 15 zarok di dema dawî de revandine
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê navê zarokên ku di dema borî de ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê radigîhîne, rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” a ser bi Rêveberiya Xweser ve di dema borî de 15 zarok ji navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê revandine.
Rêxistina Mafên Mirovan di du raportên cuda de belav kir, di dema dawî de 15 zarok ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger hatine revandin belav kirin û dibêje ku ew zarok bi armanca leşkerkirinê hatine revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê zanyariyên li ser 14 zarokên ku ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin belav kirin û got ku zanyariyên temam li ser zarokekî din neketine destê wê:
- Keça 13 salî Dalava Abdo Hesen a ji gundê Şîranê yê Kobanî, roja 26/11/ 2021ê ji dibistana wê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zarokê bi navê Ehmed Şêx Zêdan Mistefa ji gundê Zoxir ê başûrê Kobanê, roja 22/11/2021ê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zaroka Efrînî yê 12 salî Meryem Ferîd ya koçberî Kobanê bûye, roja 16/11/2021ê ji Kobanê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zarokê Efrînê yê 15 salî Mihemed Fayiq Henan, roja 28/11/2021ê ji taxa Şêx Meqsûd hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zarokê Efrînî yê bi navê Kawa Birîmo, roja 19/8/2021ê ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin ji bo baregeha leşkerî ya PYDê hatiye birin.
- Zarokê Efrînî yê bi navê Ciwan Hebeş, roja 19/8/2021ê ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin ji bo baregeha leşkerî ya PYDê hatiye birin.
- Zaroka 16 salî Ebîr Ebdulezîz, roja 2/11/2021ê ji bajarokê Dêrikê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zarokê 15 salî Xetab Ebîd, roja 24/11/2021ê ji taxa Hilaliyê ya Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zarokê Efrînî 13 salî Îsam Mihemed Îsa, roja 23/11/2021ê ji dibistana wî a li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zaroka 15 salî Ayana Îdrîs Îbrahîm, roja 21/11/2021ê ji bajarê Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zaroka 16 salî Hediye Ebdulrehîm Enter, roja 21/11/2021ê ji bajarê Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zaroka 15 salî Evîn Celal Xelîl, roja 21/11/2021ê ji bajarê Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zaroka Efrînî Sîlva Nîdal Îsa, roja 10/11/2021ê ji kampa koçberên a li Şehbayê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
- Zarokê 13 salî Hemîd Ehmed Nafiz, roja 17/7/2021ê ji gundê Kibika yê Amûdê hatiye revandin û ji bo baregeheke rahênankirina leşkerî hatiye birin.
Di çend rojên borî de jî, malbatên zarokan bi armanca vegerandina zarokên xwe yên ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li bajrê Qamişlo û Amûdê xwe pêşan dabûn.
Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Hezîrana 2019an de bi Neteweyên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina leşkerkirina zarokan îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.