Li Efrînê 2 jin ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve 2 jin ji nava Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar “Polîsa Medenî” roja 2ê Berfanbarê jina bi navê Rohat Nûrî Îbo ya 22 salî li ser rêbenda El-Qos revandin.

Diyar kir jî, Rohat Nûrî Îbo ji gundê Kurzêlê ye û karmendeke rêxistina Qeter a Xêrxwaziyê ye, dema ji karê xwe vedigeriya, li rêbenda El-Qos hat revandin û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, çekdarên Polîsa Leşkerî û Medenî roja 27ê Mijdarê jina bi navê Newal Enwer Nasan ji bajarê Efrînê revandin.

Wê rêxistinê destnîşan kir, Newal Enwer Nasan pêştir jî roja 25ê Nîsana borî dema ji herêma Şehbayê vegeriyabû Efrînê, hatibû revandin û piştî lêpirsîn pê re hatibû kirin, di heman rojê de hatibû berdan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wan ve bi awayên curbicur zextê li Kurdên Efrînê dikin, ji bo koçber bibin û plana guhartina demografiya herêmê cibicî bikin.