Serok Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Iraqî Izet Şahbender dike
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin guftûgokirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 5/12/2021ê pêşwazî li siyasetmedarê serbixwe yê Iraqê Izet Şahbender kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ya Cotmeha borî hatin guftûgokirin.
Herwiha ronahî hate xistin ser rêçareyên ji bo derbaskirina krîz û qeyranên di nava proseya siyasî ya Iraqê.