Hevpeymaniya Navdewletî red dike baregeha Tinifê rastî ti êrîşekê hatibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî di Hevpeymaniya Navdewletî red dike baregeha Amerîkî ya li Tinifê ya li başûrê Sûriyê rastî ti êrîşekê hatibe.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Eqîd Joel Harper ragihand, “Ti êrîşek li ser baregeha Tinifê nehatiye kirin. Ji bo rakirina bombeyên neteqiyayî, teqînek di bin kontrola Hevpeymaniyê de hat kirin.”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû, dengê hin teqînan di hunderê baregeha Amerîkî li Tinifê hatibû bihîstin.

Baregeha leşkerî ya Tinifê, li sêgoşeya Sûriye, Iraq û Urdinê dikeve û bi armanca rûbirûbûna DAIŞê, di sala 2014an de ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî hatibû damezirandin.