Wezareta Pêşmerge: Çekdarên DAIŞê piştî êrîşê reviyan

DAIŞê li gundekî Kerkûkê êrîşî ser Pêşmerge kir û di encamê de şehîd û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Qere Salim li devera Şêx Bizênî li Kerkûkê çekdarên DAIŞê şeva borî êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirin, Pêşmerge rûbirûbûyî êrîşê bûn û endamê de şehîd û birîndar hene.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê, hêza Pêşmerge rûbirûyî êrîşa DAIŞê bûn û di navbera wan şer û pevçûn derket.

Di wê derbarê de Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, şeva 5/6 Berfanbarê teroristên DAIŞê êrîşî ser hêzên Pêşmerge li nêzîkî gundê Qere Salim kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di encama êrîşa tirsonek de şehîd û birîndar di nava rêzên Pêşmerge de hene.

Diyar kir jî, hêzên Pêşmerge bersiva terorîstan dan, terorist reviyan û niha rewşa di bin kontrola Pêşmerge de ye.