Seîd Veroj: Rojname û kovar di warê hişmendiya neteweyî de girîng in

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj ve panelek bi navê Rojnamegerî û Kovargeriya Kurd  hat pêşkêşkirin. Di panela bi moderatoriya Weysel Wesek hatî pêşkêşkirin de rol û girîngiya ronamegerî û kovargeriya Kurd a di hişmendiya neteweyî de bilind hat nirxandin. Di panelê de bo dema navbera Rojnameya Kurdistan û Kovara Hawar bal hate kêşan.

Li Diyrabekirê bi organîzatoriya PirtukaKurdî derbarê rojnamegerî û kovargerîya Kurd de panelek hat li darxistin. Di panelê de Lêkolîner û Nivîskar Seîd Veroj ê ku bi giranî derbarê dîroka neteweyî ya Kurdistanê de berheman dide xebat û zanyariyên xwe pêşkêş kir û behsa xebatên navbera salên 1898 û 1932ê de kir. Veroj bal kêşand  ku di hişmendiya neteweyî ya Kurdan de rola rojnamegerî û kovargeriya Kurd bilind û hêja ye û anî zimên ku destpêka xebatên rojanmegerî û kovargeriyê ya nava Kurdan de wek destpêka gavek nûjen a di nava civaka kurd de ye jî.

Nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj got: “Rojanmegerî û Kovargerî, 1 -Di hişmendiya neteweyî ya Kurd de girîng e. 2 -Edebiyata modern a Kurdî de girîng e. 3 -Bo zanîna pêşketinên wê demê girîng e, Wek mînak rojî Kurd behsa mafên jinan dike.”

Di panela ku derbarê rojnamegerî û kovargeriya Kurd de ji dîrokê heta îro mînak hatîn dayîn de behsa rojnameyên wek Serbestî û Kurdistan û kovarên wek Hawar hat kirin û girîngiya rojnamegerî û kovargeriya kurdan a îroyîn hat nirxandin. Moderatorê panelê Weysel Wesek anî zimên k udi şert û mercên îro de rojnamegerî û kovargerî wek nan û avê bo Kurdan pêwîst e û divê werin pêşxistin.

Mafnas û nivîskar Weysel Wesek got: “Agahdarkirin bi xwe re hişmendiyek tîne, ji ber wê divê çapemeniya Kurd jî çavkaniyên xwe hebin. Divê çapemenî azad be. Di sedsala 21. De cîhan buye wek gundek mezin û her tişt dîjîtalîze dibe û divê Kurd jî xwe pêş bixin.”

Di dawiya panelê de beşdaran pirsên xwe  ji Seîd Veroj kirin û bersiva pirsan hat dayîn. Pirraniya pirsan ser zext û fişarên ser rojnamegerî û kovargeriyê, derbarê berhemên girîng ên dîroka neteweyî ya Kurdan de bûn. Panel wek xebatek berhemdar hat nirxandin û bi dawî bû.