Hejmarek ji xelkê gundê Lihêbanê vegeriyan malên xwe

Diyarbekir (K24) – Piştî ji ber gefên DAIŞê gundê Lihêbanê yê li parêzgeha Kerkûkê hatibû valakirin, îro hejmarek ji gundiyan vegeriyan ser mal û milkên xwe û diyar kirin ku gundê wan nehatiye şewitandin.

Gundê Lihêbanê ser bi nahiya Sergeran a Kerkûkê ve ye, di çend rojên gelek çekdarên DAIŞê li derdora gund hatibûn dîtin û duhî xelkê gund Ji ber gefên DAIŞê ji gundê xwe derketibûn. 

Welatiyekî gundê Lihêbanê îro ji K24ê re diyar kir, îro hejmarek ji xelkê gund vegeriyan ser mal û milkên xwe û red kirk u gund ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibe şewistandin.

Li gor çend wêne û vîdyoyên ji K24ê re hatine şandin, îro danê sibê hejmarek ji xelkê Lihêbanê vegeriyane gundê xwe û daxwaz ji xelkê din dikin, ew jî vegerin.

Hejmarek ji xelkê gundê Lihêbanê vegeriyan ser mal û milkên xwe
Hejmarek ji xelkê gundê Lihêbanê vegeriyan ser mal û milkên xwe