Fînlanda di piştgîriya Herêma Kurdistanê de berdewam dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 06.12.2021ê pêşwazî li Balyozê nû yê Fînlanda li Iraqê Matti Lassila kir.
Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo destbikarbûn û ji bo roja serbixweyî ya Fînlanda pîrozbahiyê lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî bi xwe û gel û hikûmeta welatê wî xwest. Her wiha spasî Herêma Kurdistanê ya ji bo Fînlanda dûpat kir ku li sala 2015an ve li çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê da, hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê dike.
Birêz Balyozê Fînlanda bal kişand li ser wê yekê ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û xwazyar e li hemû waran da peywendiyan zêdetir pêş bixe, tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan li çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî da, li hevkarî û piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.
Nirxandina hilbijartinên Iraqê û hengavên pêkanîna Hikûmeta paşerojê ya Iraqê, amadehî û pêgeha Herêma Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê da, girîngiya aramiya siyasî, pirsa koç û koçberan û rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bû.