Pêgeheke DAIŞê li Kerkûkê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand, firokeyên Iraqê cihekî veşartinê yê çekdarên DAIŞê li Kerkûkê ji nav bir.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê, firokeyên şer ên Iraqê cihekî veşartinê yê çekdarên DAIŞê li devera “Wadî Şay” a li başûrê Kerkûkê bombebaran kir ku gelek çek, teqemenî û kelûpelên serbazî tê de bûn.

Di daxuyaniyê de zanyariyên zêdetir nehatin dayîn, lê hat destnîşankirin ku hêzên artêşê li heman cihî li terorîstan û paşmayên wan geriyan.

Çend roj in çekdarên DAIŞê sûdê ji valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanî dibîne û êrîşî ser hêzên Pêşmerge û xelkê sivîl dikin.