Îsraîlê êrîşî bendera Laziqiyê ya li rojavayê Sûriyeyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Medaya fermî ya Sûriyê ragihand, dengên çend teqînan ji bendera Laziqiyê li rojavayê wî welatî hatin bihîstin.

Ajansa nûçeyan “SANA” a fermî ya Sûriyê ragihand, êrîşa asmanî ya Îsraîlê derdora bendera Laziqiyê kiriye armanc.

Wê ajansê da zanîn, Îsraîlê bi çend mûşekan ji aliyê Behra Spî ve hewşa konteynerên bazirganiyê li bendara Lazqiye armanc kir.

Herwiha got: “Ew êrîşa bû sedema şewitandina hejmarek konteynerên bazirganî li cihê navborî, bêyê ku ziyanên mirovî hebin.”

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Lazqiyeyê Amir Îsmaîl Hilal ragihand, tîmên agirkujiyê karîn agirê bi hewşa konteynerên benderê ketibû vemirînin û niha kar ji bo sarkirina cihê bûyerê dikin.

Îsraîlê di salên borî de, bi sedan êrîş li Sûriyê pêk anîne û berpirsên wê dibêjin, “ev êrîş bi armanca nehiştina bicihbûna komên çekdar ên ser bi Îranê ve li ser axa Sûriyê ne.”

 

Fly Erbil Advertisment