Mesrûr Barzanî û Helbûsî tekezî li girîngiya hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 07.12.2021ê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê, gefên terorê û êrîşên vê dawiyê yên teroristên DAIŞê hatin gotûbêjkirin û tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hate kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê hevtêgihîştinên siyasî yên di qonaxa bê de û karkirina bi arasteya arambûna rewşa Iraqê bi riya beşdariya aktîv a her du pêkhateyên Kurd û Sune hate kirin, ji bo dabînkirina aramî û geşepêdana rewşa aborî û jiyana welatiyên Iraqê û çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê.