Mesrûr Barzanî tawanbarên dosyeya koçberan ji raya giştî ya cîhanê re aşkere dike

Mesrûr Barzanî: Em bi hevbeşên xwe yên Fransî re di pêwendiyê de ne, ji bo rêgirî li dubarebûna karesatên wiha bên kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ku rojnameya “Le Monde” a Fransî belav kir tê de ragihand, ew koçberên Kurd ên di deryaya Manchê de canê xwe ji dest dane, ji aliyê bazirganên siyasî û qaçaxçiyan ve hatibûn xapandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ku bi zimanê Fransî belav bûye ragihand, berpirsatiya mirina wan koçberên Kurd yên meha borî di kenala Îngilîz de keştiya wan binav bûbû, di stûyê wan bazirganên siyasî de ye ku pêwendiya wan bi torên bazirganên mirovan heye. Aşkere kir jî, destê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di vê tawanê de heye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, li gor zanyariyên li ber destan, ew welatiyên Kurd hatibûn xapandin û bûn amrazek ji bo lîstikeke siyasî ya wan kesên ku ti girîngiyê nadin jiyan û çarenivîsa wan welatiyan.

Tekez kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Brîtanyayê re di pêwendiyê de ye, da ku eşkere bike ka ew koçber di ava herêmî ya wî welat de bûn yan na, dema alîkarî xwestine, da ku sedema binavbûna keştiyê zêdetir bê zanîn. Herwiha ew bi hevbeşên xwe yên Fransî re jî di pêwendiyê de ne, ji bo rêgirî li dubarebûna karesatên wiha bên kirin.

Derbarê sedema koçkirinê jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, ew pirs ji bingeh ve ne tenê pirsa koçkirinê ye, ew koçber hatine xapandin û fêl li wan hate kirin û bawerî  ji wan re çêkirine ku derketina derveyî welat di vê rewşê de, derfetek e dibe ku dubare nabe.

Aşkere kir jî, grûp û rêxistinên wek Partiya Karkerên Kurdistanê derewan û gotegotan belav dikin ku asayişa aboriyê li Herêma Kurdistan ne cîgir e û bi vê yekê jî bandorê li ciwanan dikin ku di van mercan de ji Herêmê ber bi mirinê ve koç bikin.

Di beşeke din a peyama de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandiye, “Me rêkar girtine ber xwe ji bo rêgiriyê li koçberiya ciwanan bikin û ew nebin keresteya bazirganiya siyasî û ji ber wê yekê hejmarek ji qaçaxçiyan hatine desteserkirin û emê wan bidin dadgehan.”

Amaje bi wê da jî, vîza otomatîkî hatiye rawestandin û em hevkariyê bi hemû wan kesên ku bixwazin vegerin Herêma Kurdistanê re dikin û niha nêzîkî 2 hezar koçber vegeriyane.

 

Fly Erbil Advertisment