Wezareta Pêşmerge zanyariyan li ser operasyona Pêşmerge dide

Hêzên Pêşmerge li dijî teroristên DAIŞê dest bi operasyonekê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de aşkere dike, îro 8/12/2021ê, hêzên Pêşmerge li mihwerê Gemisêre û Qeretepe dest bi operasyonekê kir.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye, li mihwera Yek Germistêre û mihwera Du Qeretepe, hêzên Pêşmerge bi armanca dûrxistina metirsiyên teroristên DAIŞê û jinavbirina pêgehên wan, operasyoneke pişknînê li wan navçeyan hate destpêkirin.

Wezareta Pêşmerge diyar kir jî, ew navçe cihê girîngîpêdana ewlehiya hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê ne.

Destnîşan kir jî, li mihwerê Germesêre ve, her yek ji lîwayên (3 û 5) Piyade û li mihwerê Du a Qeretepe lîwayên (17 û 9) Piyade yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve ligel hin hêzên Yekîneya (70) beşdarî operasyonê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev operasyon heta bi temanî ew navçe tên pişknînkirin berdewam dibe. Operasyona hevbeş a di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de di wê çarçoveyê de tê ku pêştir rêkeftin li ser hatibû kirin.”

 

Fly Erbil Advertisment