Mesrûr Barzanî û Kazimî di civînê de ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Hewlêrê di civînê de ne.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serokatiya şandeke serbazî  îro 8/12/2021ê gihîşt Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyan, Wezîrê Berevaniyê Cuma Inad û şandeke bilind a serbazî ya Iraqî bi Kazimî re ne.

Pêşwazîkirina li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê
Pêşwazîkirina li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê