Kazimî û şandeke serbazî gihîştin Mexmûrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel şandeke serbazî gihîşte Mexmûrê û bi fermandarên Pêşmerge re dicive.
Piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel şandeke serbazî gihîşte Mexmûrê.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Berevaniya yê Iraqê Cuma Inad bi Kazimî re çûn Mexmûrê.
Li gor zanyariyên K24ê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi fermandarên Pêşmerge dicive û guftûgoyan derbarê êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de dike.

