Parlementerê HDPê yê berê Mehmet Alî Aslan hat binçavkirin
Mehmet Alî Aslan bi rêya Twîtterê ragiahand ku ew li Edeneyê hatiye binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlementerê HDPê yê berê yê Batmanê Mehmet Alî Aslan ji hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku ew li Edeneyê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Batmanê yê berê Mehmet Alî Aslan bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê ragihand, ew li Edeneyê tê binçavkirin. Di twîtê de Mehmet Alî Aslan nivîsiye ku “ Ez niha li Edeneyê têm binçavkirin”.
Derbarê rewşa dawîn a Mehmet Alî Aslan de hîn jî daxuyaniyek nehatiye parvekirin.
Mehmet Alî Aslan di demên dawîn de bi HDPê re ketibû nîqaşan û ji ber cudabûna nêrînên wî û yên HDPê de ji HDPê îstîfa kiribû.