Freedom House: Li Tirkiyê binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor raporta Freedom House, Tirkiye di warê binpêkirinên mafên mirovan de di rêza 146emîn de ye. Di asta Ewropayê de herî zêde serlêdanên binpêkirinê bo Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa, li Tirkiyê hene.

Freedom House ku di asta cîhanê de li ser azadiyên siyasî û azadiyên sivîl kar dike, da xuyakirin, taybet ji sala 2016’ê ve li Tirkiyeyê binpêkirin zêde bûne û di nav 195 welatan de Tirkiye daketiye rêza 146emîn û di nav lîsteya “Welatên Neazad” de cih digre.

Tirkiye, di warê pabendbûna yasa û serdestiya mafnasiyê de jî paş ve diçe û di nav 139 welatan de daketiye rêza 117emîn.

Li gor raporta Komeleya Mafên Mirov jî, taybet li Bakurê Kurdistanê çar zarok bi giştî şeş kes bi lêdana zirîpoşan canê xwe ji dest dane. Bi gulebarankirina polîsan, 9 welatiyên sivîl hatine kuştin û 915 kesan ji ber eşkence dîtine serî li dezgehên pêwendîdar dane.

45 rojnamevan di heyama 11 mehan de hatine binçavkirin û li ser 100 hezar hejmarên torên civakî lêkolîn hatine kirin 3u 1175 kes hatine binçavkirin.