Hêro Şêxe êş û azarên jinan li ser tabloyên xwe dinexişîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekara Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Hêro Şêxe duhî 11/12/2021ê, hejmarek ji tabloyên xwe li “Fêrgeha Framing a Wêneyên Rojnamevanî” li Hewlêrê pêşan dan.
Ev pêşangeha şêwekar Hêro Şêxe ji 13 tabloyan pêk tê û di çarçoveya projeya “Hêlan” a kampîneya niştimanî ya rûbirûbûna tundûtûjiya li ser jinan de û bi hevkariya rêxistina “Goethe” a Almanî û Fêrgeha Firîmînge hat vekirin.
Hêro Şêxe di destpêka vekirina pêşangehê de got: “Min dixwest demekê biçim “Mala Ewle ya Jinan” û êş û azarên wan têxim nava tabloyan, lê mixabin ev yek pêkan bû. Ji ber wê min hewl da bi riya xeyalî hest bi wan jinan bikim û bi vî awayî êş û azarên wan veguhezînim ser tabloyên xwe.”
Hêro Şêxe li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û derçûyê beşa wênesaziyê ya Fakulteya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê ye.
Hero 15 sal in di vî warê hunerî de çalak bûye û heta niha sê pêşangehên takekesî li Hewlêrê vekirine.