Aloziyên PKK û artêşa Iraqê li Şingalê

Navenda Nûçeyan (K24) – “Desteya Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şingalê” ya ser bi PKKê ve, îro biryara girtina dezgehên hikûmî û nehikûmî li Şingalê derxist, piştre jî li herêmê alozî derket. Endamên PKKê molotof avêtin ser artêşa Îraqê û agir bi hummereke serbazî xist û leşkerek birîndar kir. Peyamnêrê me jî diyar kir ku di aloziyan de keçek jî birîndar bûye.