Ciwanên DEVA’yê: Em ê qeydan bişkînin û dengên xwe bilind bikin
Diyarbekir (K24) – Ciwanên Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê DEVAyê ku hemû bajarên Bakurê Kurdistanê hatibûn, li Qada Şex Seîd a Diyarbekirê bi çalakiyekî balê kişandin li ser pirsgirêkên ciwanan li Tirkiyeyê.
Ciwanên endamên Partiya DEVA’yê pankartên ku xizanî, gendelî, bêkarî û kêşeyên din yên ciwanan li ser nivîsandîbûn bi lingên xwe ve qeyd kirin û li hember pêkutiyên bêdengiyê jî, devên xwe bi banda reş girêdan.
Serokê rexistina ciwanan yê DEVA ya Diyarbekirê Yucel Karadaş bi daxuayniyê balê kişand ku ciwanên li Tirkiyeyê, di nav neheqî, pekutî, xizanî, gendelî, bê karî de, ji paşeroja xwe reşbînin û nemayîna hiqûqê, mafên mirovan û demokrasiyê jî, li Tirkiyeyê hemû civakê kiriye nav hêvîşikestin û qeyranan.
Yucel Karadaş anî ziman ku bi vê çalakiyê dixwazin nîşan bidin ku ew wek ciwan, li hember van kêşeyan bê deng namînin û dê her tim, ji bo ku hêviyên şîn û geş bikin, di lêgerînan de bin û dengên xwe bilind bikin.