Pêşangeha “Jûra Bîrê” ji aliyê Wezareta Çandî û Geştiyarî ve hat girtin

Diyarbekir (K24) – Pêşangeha Şêwekarê navdar yê Kurd Ahmet Guneştekîn ‘Jûra Bîrê’ ku di 19’ê Cotmehê de li Diyarbekirê hatibû vekirin û biryar bû heta 31’ê Berfembara 2021’an vekirî bimîne, bi biryara Wezareta Çandî û Turîzmê ya Tirkiyeyê di 15 Berfembarê de hat girtin.

Biryara girtina pêşangehê Ahmet Guneştekîn jî li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kir û anî ziman ku pêşangeha Jûra Bîrê 15 rojan beriya awayê hatibû plankirin îro hatiye girtin.

Guneştekîn ragihand, “bi mixabinî hêj jî li Tirkiyeyê plotîkayeke çandî û hunerî tune ye û biryara girtina pêşangehê jî ez xemgîn kirim.”

 Ahmet Guneştekîn destxweşî li kes û karên ku piştgirî dane û rexneyên xwe ji bo bipêşxistinê kirine kir.