Hak-Par: Şêx Abdulselam di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd birêve bir
Buroya Çapemeniyê ya Hak-Parê bi boneya 107 saliya şehîdbûna Şêx Ebdilselam Barzanî bi daxuyaniyekê bi bîr anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Çapemeniyê ya Hak-Parê bi boneya 107 saliya şehîdbûna Şêx Ebdilselam Barzanî bi daxuyaniyekê bi bîr anî û tê de ragihand, Şêx Abdulselam di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd birêve bir.
Buroya Çapemeniyê ya Hak-Parê:
Ev 107 sal in ji ser şehîdkirina Şêx Ebdilselam Barzanî yê birayê Rêberê Neteweyî yê Kurd General Mistefa Barzanî derbas dibiye. Şêx Ebdilselam Barzanî di 14ê Berfanbara 1914an de li Mûsilê ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hate darvekirin.
Barzaniyan yekem car di bin sîwana Şêx Abduselam Barzanî de nasnameyeke neteweyî bi dest xistin û ji wê demê ve ye ji bo doza Kurd û Kurdistanê têdikoşin.
Şêx Ebdulselam Barzanî di sala 1868an de li gundê Barzanê ji dayik bûye û di sala 1907an de ji Împeratoriya Osmanî xwestiye ku Kurdî bibe zimanê fermî li herêmên Kurdan û bi reformên xwe bingeha artêşa serbixwe ya Kurdan daniye.
Şêx Ebdulselam Barzanî bi eşîrên Şêrwanî, Dolemerî, Mizûrî, Berojî, Nizarî, Gerdî, Herkî û Binecî federasyona eşîra Barzaniyan ya mezin ava kiriye. Ji wê demê û vir ve navê Barzan temsîla van hemû eşîran dike.
Barzanî reformên li jêr li herêma xwe pêk aniye.
1 - Rakirina milkê şexsî.
2 - Belavkirina zeviyan li cotkaran.
3 - Rakirina sîstema qelenê û bi dawîanîna li zewaca bi darê zorê.
4 - Sererastkirina têkiliyên civakî li ser esasê edalet û wekheviyê.
5 - Avakirina mizgeftan li her gundekî. Ev mizgeft wek cihê çareserkirina nakokiyên civakî, cihên şêwirê û her wiha wek cihê îbadetê hatine bikaranîn.
6 - Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gundan avakirina meclîsan.
7 - Ji her eşîrekê avakirina hêzên çekdar û tayînkirina berpirsyarên wan.
Barzanî hevgirtina navbera Kurdan ava kiriye û bi eşîrên din re têkiliyên gelekî zexm daniye. Têkilî bi rêxistinên Kurdan yên li Stenbolê re daniye.
Di bihara 1907an de Şêx Ebdulselam Barzanî bi serekeşîran re li tekyeya Kadiriyan ya bi ser Şêx Nûr Mihemed Birîfkanî biryar girtin ku telgrafekê ji rêveberiya Osmanî re bişînin, di telgrafê de ev daxwaz hebûn:
1 - Li herêmên Kurdan qebûlkirina zimanê Kurdî wek zimanê fermî.
2 - Perwerdehiya bi Kurdî.
3 - Divê kesên ku bi Kurdî baş dizanin bêne tayînkirin ji bo herêmên Kurdan.
4 - Ji ber ku dînê dewletê Îslam e divê hukmên li dadgehan li gorî şerîeta Îslamê bêne dayîn.
5 - Bi bacên ku ji herêmên Kurdan tên berhevkirin divê ji bo lêkirina dibistan û rêyên li herêma Kurdan bê xerckirin.
Sultanê Osmanî bi şandina artêşeke mezin bersiva Şêx Ebdulselam Barzanî da.
Şêx Abdulselam du mehan li dijî hêzên Osmanî li ber xwe da. Piştî berxwedana du mehan çû Rojhilat. Di sala 1908an de vegeriya Barzan û leşkerên Osmanî ji herêmê derxistin.
Di peymana aştiyê ya bi Barzanî re hat kirin de, Osmaniyan li ser hîştina yekîneyeke sembolîk û dayîna tazmînatê lihev kirin.
Di sala 1913an de waliyê Mûsilê ji bo girtina Şêx Ebdulselam hêzek şande Barzanê, Şêx Ebdulselam careke din derbasî Rojhilat bû.
Osmaniyan xelateke mezin ji bo girtina Şêx Ebdulselam pêşkêş kirin. Di dema vegera Barzan de ew dibinr mêvanê Sofî Abdullah ê mezinê gundê Gingeçin a li Rojhilat. Sofî Abdullah, Şêx Abdulselam û hevalên wî dema ku ew di xew de bûn radestî Osmaniyan kir.
Şêx Ebdulselamê ji bo Mûsilê hat veguhestin. Waliyê Mûsilê Silêman Nazîf ê Diyarbekirî piştî darizandineke sembolîk biryara darvekirina wî da.
Şêx Ebdulselam Barzanî di 14ê Berfanbara 1914an de li Mûsilê li ber çavên birayê xwe Mele Mistefa Barzanî hate darvekirin.
Şêx Abdulselam di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd birêve bir.
Dîroknas û rojnamevanê Fransî Crees Cochera dibêje, "Şêx Ebdulselam Barzanî xwediyê manîfestoya yekemîn a tevgera azadiya neteweyî ya Kurdan e."
Ji ser darvekirina wî re 107 sal derbas bûn. Em wek HAK-PAR, bejna xwe li ber Şêx Ebdulselam Barzanî ditewînin. Ruhê wî şad be.
14.12.2021
Buroya Çapemeniyê ya Hak-Parê