Serok Barzanî bo Parêzgarê Hewlêrê: Di zûtirîn dem de çi pêwîst be bikin

Serok Mesûd Barzanî hevxemî û sersaxiya xwe jî arasteyî malbatên qurbaniyên lehiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî ligel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw de nîgeraniya derbarê rewşa wan cihên ku ziyan ji lehiyê dîtine nîşan da û hevxemî û sersaxiya xwe jî arasteyî malbatên qurbaniyan ragihand.

Serok Barzanî tekez kir, di zûtirîn dem de her çi pêwîst be, ji bo bi hawarhatina ziyandîtiyan û hevkariya bi wan re bikin.

Parêzgarê Hewlêrê ji Serok Barzanî re rewşa cihên ziyan dîtine, proseya hawarhatin û rizgarkirinê û karên tîmên hawarhatinê ronî kir.

Parêzgarê Hewlêrê ji Serok Barzanî re dupat kir, tevahiya sazî, dezgeh û aliyên pêwendîdar di amadebaşiyê de ne û kar ji bo şopandinê berdewam in û her çi ji bo ziyandîtiyan pêwîst be ewên bikin.

Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi berdewam ligel me li ser xetê ye ji bo encamdana her tiştê ku ji bo hevkariya ziyandîtiyan pêwîst be.