Peyamek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve
Me saziyên pêwendîdar raspardine ji bo hevkariya ziyandîtiyan û hevkariya wan çi pêwîst be bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê rabûna lehiyê û ziyanên welatiyan de belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiniyeke mezin, ji ber barana xurt û bihêz a şeva borî û îro sibê, lehî li çend gund û navçeyên bajarê hewlêrê rabû, di encamê de hejmarek ji welatiyan canê xwe ji dest dan û ziyaneke madî ya mezin jî derketin.”
Serokwezîr Mesrûr Baranî got jî: “Pirse û sersaxiya xwe ya kûr li malbat û kesûkarên wan dikim û hevxemê wan im. Xwedêyê mezin giyanê wan bixe ber dilovaniya xwe.”
Diyar kir jî: “Me dezgehên pêwendîdar raspardine ku bilez bi hawara kesên ku ziyan gihîştinê biçin û her çi pêwîst be ji bo hevkariyan wan û dabînkirina pêwîstiyên wan bikin.”
Ev di demekê de ye, li Hewlêrê ji şeva borî û heta sibê baraneke xurt barî û lehî li hin cihên Hewlêrê rabû, av derbasî hin malan bû û beşek ji riyan ji ber kombûna avê hatin girtin.
Di wê derbarê de Parêzgarê Hewlêrê ragihand, ji bilî ziyanên madî, ziyanên canî jî ji encama rabûna lehiyê hene û 11 kesan canên xwe ji dest dane.
Her di wê çarçoveyê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîneke bilez ligel hejmarek ji wezîrên pêwendîdar û berpirsên îdarî yên Parêzgeha Hewlêrê dest pê kir.