Mesrûr Barzanî: Bi hawara xelkê ve biçin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel hejmarek ji wezîrên pêwendîdar û berpirsên îdarî yên Parêzgeha Hewlêrê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîneke bilez ligel hejmarek ji wezîrên pêwendîdar û berpirsên îdarî yên Parêzgeha Hewlêrê dest pê kir.

Civîn li avahiya Parêzgariya Hewlêrê birêve diçe û tê de bi taybet guftûgo derbarê pirsên girêdayî bi karesata lehiyê li bajarê Hewlêrê tê kirin.

Di civînê de ku Parêzgarê Hewlêrê û hejmarek ji wezîr û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ne, Serokwezîr ji nêzîk ve pêdaçûnê di rêkarên pêşkêşkirina firyadguzariyan, hawarhatina ziyandîtinên lehiyê û qebareya ziyanan de dike.

Şeva borî û heta îro danê sibê baraneke xurt li Hewlêrê bariya û di encama rabûna lehiyê de 11 welatiyan ku di nava wan de zarok e canê xwe ji dest dan.

Serok Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî ligel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw de nîgeraniya derbarê rewşa wan cihên ku ziyan ji lehiyê dîtine nîşan da û hevxemî û sersaxiya xwe jî arasteyî malbatên qurbaniyan ragihand.

Serok Barzanî tekez kir, di zûtirîn dem de her çi pêwîst be, ji bo bi hawarhatina ziyandîtiyan û hevkariya bi wan re bikin.

Ji aliyê xwe ve, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi dabînkirina alîkarî û pêwîstiyên ziyandîtiyan kir û xwarin jî ji wan re dabîn kir.

Pêştir jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihandibû: “Me dezgehên pêwendîdar raspardine ku bilez bi hawara kesên ku ziyan gihîştinê biçin û her çi pêwîst be ji bo hevkariyan wan û dabînkirina pêwîstiyên wan bikin.”