Serokwezîrê Herêma Kurdistanê malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê dilniya dike

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi riya telefonê bi malbatên qurbaniyên lehiya bajarê Hewlêrê re axivî û hevxemiya xwe ji wan nîşan da û sersaxî li wan kir.

Di wê derbarê de, Parêzgarê Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, îro Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê kir û Serokwezîr bi riya pêwendiya telefonî bi wan re axivî.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pêwendiyê de sersaxî li wan kir û hevxemiya xwe bi wan nîşan da, herwiha hêvî xwast Xwedêyê mezin giyanê qurbaniyan bixe ber dilovaniya xwe û bi bihuştê şad bike û sebir aramiyê bide malbatên wan.”

Her di pêwendiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir, aliyên pêwendîdar hatine raspardin hemû hewlên xwe bidin ji bo dîtina termê qurbaniyên winda yên wê bûyerê û got jî: “Her çi pêwîst be ji bo hevkariya malbatên qurbanî û ziyanpêketiyên vê karesata xwezayî, ew amade ne û xemsar nabin.”