Asayîş: Aliyên dijmin li pişt teqîna Hesekê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) aliyên “dijmin” bi wê yekê tohmetbar dike ku li pişt teqîna duhî ya li bajarê Hesekê ne.

Li taxa Giwêran a bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê duhî teqînek bi riya motorsîklekê hate kirin û di encamê de, 2 kes birîndar bûn.

Di wê derbarê de Asayişê di daxuyaniyekê de ragihand, “Kesên nenas ên ser bi aliyên dijmin ve, motorsîkletek li taxa Gwêran li bajarê Hesekê teqandin.”

Asayişê piştrast kir: “Di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.”

Asayişê diyar kir jî, piştî teqînê hêzên wan dest bi operasyoneke lêgerîna li êrîşkeran kir, ji bo wan ji ber kiryarên teroristî bêne darizandin.