Vegerandina termê qurbaniyên “Kenala Îngilîz” hat paşxistin
Vegerandina termê koçberên xeniqî, ji ber rewşa xirab a keşûhawayê hat paşxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar bû termê 16 koçberên ku di Kanala Ingilîz de xiniqîbûn vegeryabana bo Herêma Kurdistanê, ji ber xirabiya keşûhewayê hat paşxistin.
Roja 24ê Mijdara borî belema koçberan di Kenala Îngilîz (deryaya navbera Fransa û Brîtanayê) de binav bû û tê de hejmarek ji koçberên Kurd xeniqîbûn
Biryar bû termê 16 koçberên Kurd duhî bigihîştina Herêma Kurdistanê, lê ji ber ji ber xirabiya rewşa keşûhewayê, proseya vegerê hat paşxistin.
Şêwirmendê di Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Halgurd Mesûd ji K24ê re got: “Ji ber rewşa keşhewayê, vegerandina termên qurbanîyan bo roja 26ê vê mehê hat paşxistin.
Pêştir Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihandibû, li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê termên wan qurbanîyan bêne vegerandin.
Vegerandina terman ji ber proseya diyarkirina nasnameya qurbaniyan bi dereng ket ku bi hevahengiya di navbera Ofîsa Serokwezîr, Wezareta Navxwe, Fermangeha Pêwenediyên Derve û Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Fransayê hat kirin.