Wezareta Pêşmerge hevkariya ziyanpêketiyên lehiya Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê fewcekê ji bo hevkarîkirina ziyanpêketiyên lehiyê hewlêrê radispêre.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, Fewca Bergerî ya ser bi Wezareta Pêşmerge de, ji bo hevkarîkirina ziyanpêketiyên lehiya Hewlêrê hat raspardin.

Wezareta Pêşmerge diyar kir, Pêşmerge di warê veguhastin, pakkirin û peydakirina xwarek û sotemeniyê, hevkariyê bi ziyanpêketiyan re dikin.