Dayîka qurbaniyekî Roboskî: Daxwaza me cîbicîkirina edaletê ye

Malbatên qurbaniyan, siyasetmedar û mafnasan li gundê Roboskiyê bernameyek bîranînê li dar xistin

Diyarbekir (K24) – Di dehemîn Salvegera Komkujiya Roboskiyê de malbatên qurbaniyan, siyasetmedar û mafnasan li gundê Roboskiyê bernameyek bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de malbatên qurbaniyan amaje kirin ku hîn jî birîna wan vekiriye û daxwaza cîbicîkirina dadperweriyê kirin.

Deh sal ji ser komkujiya Roboskiyê derbas bûn. Di salvegera dehemîn de li Gundê Roboskiyê bernameyek bîranînê hat li darxistin û serdana goristana Roboskiyê hat kirin. Di bîranînê de malbatên qurbaniyan, siyasetmedar û mafnasan civînek çapemeniyê li dar xistin û bal kêşandin ji ber ku komkujî li kurdan hatiye kirin hîn jî tawanbar nehatine sizadan. Malbatên qurbaniyan jî amaje kirin ku her çiqas deh sal ji ser komjiyê borî be jî hîn wek roja buyerê dile wan dişewite û her dem qurbaniyên komkujiyê di bîra wan de ne.

Dayîka qurbaniyekî: “Zarokê min ê mezin Ozkan bû. Wî debara me dikir. Çay û şekir dianî. Lê cara dawiyê terme wî ser me de hat. Çi dahatek me jî nîne. Me mûçe jî nîne.”

Dayîka qurbaniyekî din: “Kujer naçin dadgehê. Pirs ji kesî nayê kirin. Bila werin sizadan da ku serê me jî bikeve ser balîfan.”

Dayîka qurbaniyekî: “Deh sal derbas bûn. Wekî ku me doh êvarê nû ji sînor anîbe û kiribe gorê de. Guherînek çênebûye, êşa me her zêde ye. Şîn û girîye.”

Malbatên qurbaniyan serdana gorên qurbaniyan kirin, wêneyên kesên di bombebarana firokeyên artêşa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane rakirin û daxwaza cîbicîkirina dadperweriyê kirin. Malbatan dan zanîn heta ku berpirsên komkujiyê derkevin pêşberê dadgehê û werin sizadan ew ê tekoşîna xwe bidomînin.

Dayîka qurbaniyekî: “Deh sal borîn û her em dibêjin edalet. Heta em bimirin jî emê bejin edalet. Baweriya me jî bi edaletê nemaye. Baweriya me bi edaleta rebbê jorî heye.”

Dayîka qurbaniyekî din: “Daxwaza me cîbicîkirina edaletê ye, lê edalet jî nîne. Me çi edalet li vî Gundê Roboskiyê nedît.”

Di 28ê Berfanbara Sala 2011an de  welatiyên ku dema ji Başurê Kurdistanê bo Bakurê Kurdistanê dihatin û bo debara xwe kolberî dkirin ji aliyê firokeyên şer ve hatin bombebarankirin û 34 kesên ku ji zarok û ciwanan pêk dihatin hatin kuştin ku berpirs hîn jî nehatine sizadan.