Îro proseya qerebûkirina ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê bi dawî dibe
Parêzgarê Hewlêrê ragihand; zêdetirî 4 milyar dînar hatiye berhevkirin.
Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand; zêdetirî 4 milyar dînar ji bo ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê hatiye berhevkirin.
Omêd Xoşnaw di civîneke çapemeniyê de li ser proseya qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê got: “1026 otomobîlan zirar dîtine, ji bilî xizmetguzariyên giştî yên rê û ban û torên av û avrê, torên elektrîkê, dibistan zirareke mezin dîtine.”
Li ser tibaba alîkariyên ku ji bo ziyandîtiyên lehiyê hatine berhevkirin, Parêzgarê Hewlêrê diyar kir; pereyên ku hatine berhevkirin bi giştî dike 4 milyar û 460 milyon dînar.
Herwiha eşkere kir; ji vî pereyê ku hatiye berhevkirin, 3 milyar dînar ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye dabînkirin, 500 milyon dînar ji aliyê Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ve hatiye dabînkirin, herwiha alîkariyên ku ji hêla kompanya û kesayetên diyar hatibûn pêşkêşkirin.
Omêd Xoşnaw destnîşan kir: “Ji bo temamkirina alîkariyê, cenabê Serokwezîr milyarek û 393 milyar dînar dabîn kir û niha em di roja dawî ya qerebûkirinê de ne.”