Cendirmeyên Tirkiyê welatiyekî Girkê Legê armanc dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyekî Kurd bi guleya cendirmeyên Tirkiya li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê birîndar bû.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, cendirmeyên Tirkiyê duhî Çarşemê gule li şivanekî gundê Banokiya yê ser bi Girkê Legê ve reşandin û di encamê de ew birîndar bû.

Diyar kir jî, ew kes ku bi giranî birîndar bû, ji bo nexweşxaneya bajarê Dêrikê hate veguhestin û rewşa wî ne cîgir e.

Li gor zanyariyên Rewangehê, tenê di sala 2021ê de 35 kes dema dixwastin sînorê Tirkiyê derbas bikin bi guleyên cendirmeyan hatine kuştin.