Washingtonê pabendbûna xwe bo Herêma Kurdistanê cardin anî ziman
Konsulxaneya Amerîkayê ragihand; Washingtonê ji bo restorasyona şûnwarê dîrokî yê Deriyê Badînan budceyek terxan kiriye.
Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Amerîkayê ragihand; Washingtonê ji bo restorasyona şûnwarê dîrokî yê Deriyê Badînan budceyek terxan kiriye.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ragihand; Washingtonê 500 hezar dolar ji bo restorasyona şûnwarê dîrokî yê Deriyê Badînan terxan kiriye.
Li gor daxuyaniya konsulxaneyê, proje restorasyon û rakirina paşmahiyên wêranbûyî li xwe digre.
Herwiha konsulxaneyê destnîşan kiriye ku Amerîka pabendbûna xwe ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê cardin tîne ziman, di nava wê de jî parastina şûnwarên dîrokî û kelepûrên girîng.