Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo sala nû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand: “Em wekî endameke çalak ya civaka navdewletî û fakterê aramiyê li Iraq û navçeyê dimînîn, Herêma Kurdistanê jî erd û serzemînê pêkvejiyan û lêborînî û firehiyê dibe.”

Peyama pîrozbahiyê ya Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Sala nû ya zayînî li tevahiya gelê Kurdistanê, bi taybetî li malbatên serbilindên şehîdan, li Pêşmergeyên qehreman, hêzên emnî, lawan û li Kurdistaniyên derveyê welat, li gelên Iraq û li cîhanê pîroz dikim, hêvîdar im sala xweşî û kameranî û serkeftinê li ser kêşe û qeyranan da û dawî hatina pejik û nexweşiyê be. Hêvî, bextewerî, aramî û pêşketinê, ji bo mirovayetiyê li gel xwe da bîne.

Me li Herêma Kurdistanê li gel cîhanê da, ji ber pejika kovid-19 û encamên wê ve, du salên dijwar birêkir. Li rûbirûbûna terorê de berdewam bûyîn, rûdan û biserhatên diltezînê koçkirinê û bandora xerap ya guherîna keşûhewa û lehiyê me dîtin. Hevsoz û hevxemiyê malbatên serbilindên şehîdan û wan hemû kesên ku ezîzên xwe ji dest dane û bi rêz ve wan bi bîr tînîn. Spasî gelê Kurdistanê dikim ku berevaniyê li qeyran û kêşeyan girtine.

Derbaskirina dijwarî û gefan, parastina maf û destkeftên destûrî û qewareya federa‌liya Herêma Kurdistanê, niha û paşerojeke baştir ji bo gelê me, kar û ber‌pirsiyariyeke hevbeş û yekrêzî û tebayî û pêkveyî li hemû hêz û aliyan û pêkhatên Kurdistanê dixwaze.

Li Iraqê jî bi sûdwergirtina ji şaşiyên derbasbûyî, vekirina rûpeleke nû, têgihiştina rastî û îradeya ciddî ya ji bo çareserkirina kêşeyan, hevdû qebûlkirin û hevbeşiya rasteqîneya me hemûyan li proseya siyasî û birêvebirina welat da li ser bingeha dirust pêwîste ku bawerî û aramî vegerê û bi jiyan û guzeraneke baştir ji bo hemûyan ji niha û paşeroja xwe piştrast bin.

Spasî hevpeymanî û civaka navdewletî û dostan dikîn ku li rûbirûbûna terorê da piştgîrî û hevkariya me kirin. Çemk û bihaya hevbeş me kom dike û pêkve dibîn. Wekî herdem amadeyê erk û berpirsiyariya hevbeşîn û wekî endameke çalak ya civaka navdewletî û fakterê aramiyê li Iraq û navçeyê dimînîn, Herêma Kurdistanê jî erd û serzemînê pêkvejiyan û lêborînî û firehiyê dibe.

Bi hêvî û geşbîniyê ve li jiyan û saleke nû û paşerojê dinêrîn û sala nû li we hemûyan pîroz bê, her şad û serkeftî bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31.12.2021