Li Wanê ajalvan dest ji karê xwe berdidin

Bihabûna kelûpelan û qeyrana aborî bandora xwe li ser ajalvanan jî kiriye

Wan
Wan

Wan (K24) - Ajalvanî çavkaniyeke sereke ya aboriya herema Serhedê û bajarê Wanê ye. Lê di salên dawî de her diçe ajalvanî kêm dibe û ew jî dibe sedem ku berhemên ajalan bi taybet jî penêrê sîrik yê Wanê jî giran bibe. Ajalvan û gundî balê dikşînin ku lêçûnên ajalan her diçe zêde dibe û keda ku didin berhewa diçe.

Bihabûna kelûpelan û qeyrana aborî tesîra xwe li ser ajalvanan jî kiriye û gundî û ajalvan pez û ajalên destên xwe serbir dikin. Ajalavan tînin ziman ku giya, ka û lêçûnên ajalan her diçe giran dibin, loma jî mecala wan namîne ku karê ajalvanî bidomînin.

Yilmaz Gulmez jî li gundê Êremêra ser bi Payîzava ya navçeya Wanê, ji bav û kalê xwe ve ajalvaniyê dike, lê balê dikşîne ku sûda wan di ajalvaniyê de nemaye û keda wan jî berhewa diçe.

Ajalvan Yilmaz Gulmez ji K24ê re diyar kir: “Debar nayên kirîn, ce, ka, giya nayên kirînê. Ji Payîzavayê heta aliyê Xoşavê em bibêjin 30 kes li gundekî pez xwedî dikin, niha 20 ji wan ajalên xwe firotine. Sedema firotina wan jî, nebûna debara ajalan e. Hişkesalî jî çêbû, her tişt biha bûye, kes nikare ji bo debara ajalan tiştek bikire û li her gundekî piraniya ajalvanan pezên xwe firotine. Em bibêjin 100 serî pezên min hebin, 50 hezar lêçûnên wan e, bi vî rengî jî xilas nake, yanî tenê bûye zehmetî û nayên xwedan kirin. Yanî ajalvanî miriye û çûye. Em dixwazin dewlet piştgiriyên baş bide cotkar û ajalvan.”

Li gor daneyên dewletê heta salên 2000an jî li hewildoriya Wanê di navbera 13 milyon û 16 milyonî de ajal hebûne, lê di sala 2019an de ew hêjmar daketiye navbera 3 û 5 milyonanan.

Mehmet Ozmen jî tîne ziman ku niha teqrîben 200 serî pezên wî hene û xwe nas kiriye heta niha ajalvanî kiriye, lê niha dixwaze pezên xwe bifroşe.

Ozmen diyar kir: “Sedema ku ez dixwazim ajalên xwe bifiroşim, ji ber nayên xwedî kirin e. Mesrefê xwedîkirinê giran e, debara wan, ka, ce, êm hemû giran bûne û em nikarin xwedan bikin. Em pê ve ne nikarin karekî din jî bikin û bi vî rengî jî zirar dikin. Loma jî em nikarin xwedan bikin û niha jî me derxistiye firotinê. 200 serî pezên min hene, lê em nikarin xwedî bikin, her tişt giran e û ajalvanî jî êdî mirî ye.”

Cotkar û ajalvan tînin ziman ku dest berdana ji ajalvanî bo wan jî zehmet e, lê ji ber ku bi plansaziyeke baş, piştgiriya cotkar û ajalvanan nayê kirin, ew jî nikarin vî karî berdewam bikin û balê dikşînin ku bi têkçûna cotkarî û ajalvanî re, ji ber hilberîn dimire, aborî jî têk diçe.

Fly Erbil Advertisment