9 welatiyên Kurd piştî çar mehan hatin azadkirin

Biryar e îro vegerin Rojhilatê Kurdistanê.

Wêneyên 9 welatiyên ku hatibûn desteserkirin
Wêneyên 9 welatiyên ku hatibûn desteserkirin

Hewlêr (K24) – Neh welatiyên Kurd ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ku çar meh berê ji aliyê polîsê Tirkiyê ve radestî hêzên îslamî yên li Sûriyê hatibûn kirin, hatin azadkirin, biryar e îro vegerin Rojhilatê Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Ev 9 welatî di çarçoveya hevkariyên navbera herdu hikûmeta Îran û Tirkiyê de îro li sînorê parêzgeha Urmiyê ve vedigerin Îranê.”

Seîd Xetîbzade diyar kir: “Balyozên Îranê yên li Tirkiye û Sûriye, herwiha balyozxaneyên van du welatan ên li Tehranê ji bo vegera van 9 kesan hevkariya malbatên wan kirine.”

Ew 9 welatiyên Kurd ku xelkê bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê ne, piştî ku li Tirkiyê hatibûn desteserkirin, xwe weke Kurdên Rojavayê Kurdistanê nasandibûn, loma ji aliyê polîsê Tirkiyê ve radestî çekdarên Sûriyê hatibûn kirin, ku ew çekdar ser bi Tirkiyê ne û kontrola beşek ji bakurê rojavayê Sûriyê di destê wan de ye.