Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê

Ji bo koça dawî ya Pêşmerge û Fermandarê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Resûl Feqê peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Pêşmerge û Fermandarê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Resûl Feqê di peyamekê de sersaxî da malbata wî.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi mixabinî ve min agahiya koça dawî ya Pêşmerge û fermandarê bi wefa û kolneder ê herdu şoreşên Îlon û Gulanê û kesayetê naskirî û niştimanperwer ê devera Xoşnawetî "Resûl Feqê" bihîst.

Ez sersaxiya malbata têkoşer dixwazim û ez xwe hevbeşê xemgîniya we dibînim.

Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî bibexşîne kesûkar û hevalên wî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê