DAIŞê êrîşî artêşa Sûriyê kir
Çekdarên DAIŞê bi rêya mûşekan êrîşî karwaneke serbazî ya Sûriyê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê bi rêya mûşekan êrîşî karwaneke serbazî ya Sûriyê kir.
Ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand; di êrîşa DAIŞê de li rojhilatê Sûriyê, 5 serbaz hatin kuştin û 20 serbaz jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku êrîş duh êvarê di demjimêr 19:00an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve bi ser karwaneke serbazî ya Sûriyê de hatiye kirin, ku bi mûşeka 23 mm hatiye mûşekbarankirin.
Bûye demek, karwanên artêşa Sûriyê ji aliyê paşmahiyên DAIŞê ve têne armanckirin, di Cotmeha 2021ê de 14 serbazên Sûriyê hatin kuştin û 3 serbazên din jî ji aliyê çekdaran ve hatin birîndarkirin.