Li Kerkûkê stargehên DAIŞê hatin wêrankirin

30 tohmetbarên rêxistinê jî hatin desteserkirin.

Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Hewlêr (K24) – Artêşa Iraqê ragihand; li Kerkûkê du stargehên DAIŞê hatin hatin wêrankirin û 30 tohmetbarên rêxistinê jî hatin desteserkirin.

Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê bi daxuyaniyekê ragihand; hêzên ewlehiyê hejmarek operasyon li çend deverên parêzgeha Kerkûkê encam dane.

Li gor daxuyaniyê; di operasyonan de 30 tohmetbar hatine desteserkirin, herwiha du stargehên DAIŞê jî hatine wêrankirin û di operasyonê de dest bi ser hejmarek teqemeniyê de hatiye danîn.

Tevî ku Iraq ji sala 2017an ve serkeftina bi ser rêxistina terorîst a DAIŞê de û kontrolkirina temamê deverên ku DAIŞê di sala 2014an de dagir kiribû, ragihandiye, lê hîn jî ev rêxistin bi rêya paşmahiyên xwe û şaneyên razayî ve kiryarên terorîstî encam dide, bi taybetî li çend deverên ser bi parêzgehên Neynewa, Kerkûk, Selahedîn, Diyala û Enbarê.