Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Demkî yê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Tekezî li ser bicîkirina her sê prensîpên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê hat kirin.

Civîna Serok Barzanî û Serokê Demkî yê Encûmena Nûnerên Iraqê
Civîna Serok Barzanî û Serokê Demkî yê Encûmena Nûnerên Iraqê

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 4ê Çileya 2022yan li Selahedîn pêşwaziya Serokê Demkî yê Encûmena Nûnerên Iraqê Mehmûd Meşhedanî kir.

Di civînê de derbarê rewşa siyasî ya Iraqê ya piştî hilbijartinê û çawaniya birêveçûna yekem rûniştina Encûmena Nûnerên Iraqê û eger û pêşhatên siyasiyan de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser bicîkirina her sê prensîpên hevbeşî, li hevkirin û hevsengiyê û berçavgirtina maf û para welatiyan û pêkhatên Iraqê kirin.

Dîmenek ji civînê