PDK û YNKê karnameyeke hevbeş amade dikin

PDK û YNKê 4 komîte ava kirine ji bo karnameyeke hevbeş amade bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ragihand, wan bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 4 komîte ava kirin ji bo karnameyeke hevbeş amade bikin.

Endamê Serkirdatiya YNKê Letîf Nêrweyî ji K24ê re got: “Îro 4 komîte di navbera YNK û PDKê de hatin avakirin. Komîteyek ji bo guftûgokirinên li Bexdayê ku eger e PDK, YNK û aliyên din jî bi hev re biçin Bexdayê. Ew komîte girîngiyê dide 2 mijarên sereke, yek ji wan pişk û destkeftên Kurdan di hikûmeta bê ya Iraqê de.”

Nêrweyî amaje bi wê da, komîteyeke din ji bo rêkeftina PDK û YNKê li ser hin pirsên navxweyî ya Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye.”

Nêrweyî destnîşan kir, komîteyeke ji bo ragihandinê ye û komîteyek jî ji bo hilbijartinan e.

Diyar kir jî, piştî temambûna karên komîteyan, karnameyeke hevbeş di navbera PDK û YNKê ji bo hevtêgihîştinê û piştre jî ji bo rêkeftinê tê amadekirin.