Daxwaza azadkirina girtiyên nexweş tê kirin
Diyarbekir (K24) – Endam û rêveberên Komeleya 78an û partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civaka sivîl û malbatên nexweşan li Diyarbekirê di kongreyeke rojnamegerî de daxwaza azadkirina girtiyên nexweş dikin.
Li Diyarbekirê li Qada Şêx Seîd hejmareke endam û rêveberên Komeleya 78an, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civaka sivîl û malbatên girtiyên nexweş bi kongreyeke rojnamegerî daxwaza azadkirina girtiyên nexweş kir.
Hevserokê Komeleya 78an Huseyîn Bariş got; di girtîgehên li Tirkiye û Bakur nêzîkî hezar û 500 nexweş hene û mafên wan yên çareserkirina ji nexweşiyan tê binpêkirin.
Huseyîn Bariş got; heta niha 6 kesan di zindanan de canê xwe ji dest dane û bang li rayedarên hikûmet û wezareta dadweriyê kir ku girtiyên nexweş werin azadkirin.
Hevserokê Komeleya 78an Huseyîn Bariş wiha got; “Gelek nexweş tevî rapor û biryara dadweriya bizîşkî jî ji zindanan nayên berdan. Gelek kesên ku 30 sal sizayê zindanê temam kirine jî nayên berdan û ev yek nayê qebûlkirin. Hêviya malbatên nexweşan ew e ku demildest nexweşên zindanîkirî serbest werin berdan.”