PDK û YNKê li hev kirin hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên kirin
Biryar e di Îlona îsal de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Çarşemê li ser wê yekê li hev kirin ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de were kirin.
Ev yek di daxuyaniyeke hevbeş a her du partiyan de hat ku şandeyên her du partiyan îro li Silêmaniyê civiyabûn.
Biryar e di Îlona îsal de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bên kirin.
Şandeke PDKê îro Çarşemê li gel Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê civiya û derbarê çend mijarên girêdayî hilbijartinên dahatû û dosyeya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de gotûbêj kirin.
Biryar e îro piştî nîvro jî her du alî li Hewlêrê bicivin û dosya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj bikin.