PDK û YNKê daxuyaniyeke hevbeş belav kir

Li ser proseya danûstandina ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê.

Hewlêr (K24) – Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser proseya danûstandina ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

PDK û YNKê di daxuyaniya hevbeş de diyar kir; îro piştî nîvro, şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li baregeha polîtburoya PDKê civiyan.

Hat destnîşankirin; di civînê de piştî gotûbêj û danûstandinên fikr û ramanan, herdu aliyan rêkeftin kirin ku PDK û YNK bi hev re bi şandeke hevbeş a Kurdistanî proseya danûstandinê ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal dest pê bikin.

Herwiha eşkere kirin ku ji bo vê mebestê kaxiza karê hevbeş hatiye amadekirin.