Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî kir

Derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro roja çarşemê 5ê Çileya 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şebî Faleh Feyaz kir.

Di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên dawî yên ji bo rûniştina yekema Encûmena Nûnerên Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Dîmenek ji civînê