Pentagon: Em amade ne bersiva êrîşên milîsan bidin

“Me ji Îranê re ragihandiye ku divê serbazên me parastî bin.”

Berdevkê Pentagonê John Kirby
Berdevkê Pentagonê John Kirby

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand; Washington ne di gumana wê yekê de ye ku hemû wan êrîşên bi ser baregehên Amerîkayê de ji aliyê kom û milîsên nêzîkî Îranê ve têne kirin.

John Kirby diyar kir; bilindbûna asta êrîşên bo ser baregehên serbazî yên li Iraq û Sûriyê, bi salvegera kuştina Qasim Suleymanî ve girêdayî ye.

Kirby destnîşan kir; Amerîka niha amade ye û ji bo parastina hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyê dixebite û got: “Me ji Îranê re ragihandiye ku divê serbazên me parastî bin.”

Berdevkê Pentagonê eşkere kir; ev êrîşên milîsên nêzîkî Îranê, ji ber wê yekê ye ku erkê artêşa Amerîkayê û Hevpeymanan ji şerkirinê bo şêwirmendiyê guheriye.

Hejmarek kanal û çavkaniyên nêzîkî kom û milîsên Şîe belav kirine, vê êvarê 5ê Çileya 2022yan çend mûşek arasteyî baregeha serbazî ya Eyn Esedê hatine kirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, komên Şîe belav kirine; 12 mûşek arasteyî baregeha serbazî ya artêşa Amerîkayê hatine kirin.

Li ser vê mijarê, çavkaniyekî ewlehiyê ji K24ê re ragihand; di êrîşa vê êvarê de tenê 5 mûşek arasteyî baregeha serbazî hatine kirin.

Piştî êrîşê, Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê di daxuyaniyekê de ragihand; di demjimêr 18:45ê de 5 mûşek ji aliyê milîsên derveyî yasayan ve arasteyî baregeha Eyn Esedê hatin kirin û ev mûşek 2 kîlometre dûrî baregehê ketine xwarê.

Ev êrîş piştî wê yekê hat, ku vê sibê li gundê Xezra yê li bakurê Sûriyê û sînorê devera Meyadîn, heşt mûşek arasteyî baregeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê hatin kirin.

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de ragihand; ev êrîş ji aliyê wan komên çekdar ên Şîe ve têne kirin, ku Îran piştevaniya wan dike.