Li Herêma Kurdistanê 5 haletên pêketina bi “Omicron” hatin tomarkirin

5 haletên pêketina bi vîrûsa guhertî “Omicron” li Duhokê hatin tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 5 haletên Omicronê li Herêma Kurdistanê ragihand.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, 5 haletên pêketina bi vîrûsa guhertî “Omicron” li Duhokê hatin tomarkirin.

Diyar kir jî, ew her 5 kesên pêketî ji yek malbatê ne û yek wan ji derve vegeriyabû.

Dr. Saman Berzincî da zanîn jî, ew her 5 pêketî, pêştir vaksînên li dijî Koronayê wernegirtine. Lê niha rewşa wan cîgir e.

Wezîrê Tendirustiyê tekez kir jî, divê hemû welatî pabendî rênimayên xweparêziyê bibin û di serî de jî xwe vaksîn bikin.