Mesrûr Barzanî: Ji ber pêketina çend kesan li Duhokê bi vîrûsa Omicronê nîgeran im

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe nîşan da.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe nîşan da ji ber pêketina çend kesan bi vîrusa Koronayê bi cûreya Omicronê li Duhokê.

Serowezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Twitterê ragihand: "Peydabûna çend pêketiyên Omicronê li Duhokê cihê nîgeraniyê ye, Wezîrê Tendirustiyê hatiye erkdarkirin ku hewla sînordarkirina belavbûna Koronayê bidin.”

Herwiha Mesrûr Barzanî daxwaz ji Kurdistaniyan kiriye pabend bin bi tedbîran û vaksîn werbigirin, da ku Kurdistan parastî be.