Li Şingalê kadroyekî PDKê hat terorkirin

Ehmed Husên Hemed duh hatiye revandin û îro termê wî li sînorê Sinûnê hat dîtin

Duh hatiye revandin û îro termê wî hat dîtin
Duh hatiye revandin û îro termê wî hat dîtin

Şingal (K24) – Kadroyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê bi navê Ehmed Husên Hemed duh hatiye revandin û îro termê wî li sînorê Sinûnê hat dîtin.

Nûçegihanê K24ê yê li Şingalê ragihand; Ehmed Husên Hemed kadroyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û li Lijneya Xansor a PDKê dixebitî.

Nûçegihanê me eşkere kir; termê wî li sînorê nahiya Sinûnê, di navbera komelgeha Dûgirê û komelgeha Dihola de hatiye dîtin.

Çavkaniyekî ewlehiyê li nahiya Sinûnê ji K24ê re ragihand; çendîn gulle di laşê Ehmed Husên Hemed de hene.

Malbata Ehmed Husên Hemed eşkere dike ku ti pirsgirêkeke wî ya civakî bi ti kesekî re tunebû û guman dikin ku sedema revandin û kuştina wî, siyasî be.

Termê Hemed bo tiba dadî hatiye veguhestin û malbata wî li benda raporta bijîşkan û wergirtina termê wî ne.

Ehmed Husên Hemed